After Apple-Picking – Piştî Çinîna Sêvan

After Apple-Picking

My long two-pointed ladder’s sticking through a tree
Toward heaven still,
And there’s a barrel that I didn’t fill
Beside it, and there may be two or three
Apples I didn’t pick upon some bough.
But I am done with apple-picking now.
Essence of winter sleep is on the night,
The scent of apples: I am drowsing off.
I cannot rub the strangeness from my sight
I got from looking through a pane of glass
I skimmed this morning from the drinking trough
And held against the world of hoary grass.
It melted, and I let it fall and break.
But I was well
Upon my way to sleep before it fell,
And I could tell
What form my dreaming was about to take.
Magnified apples appear and disappear,
Stem end and blossom end,
And every fleck of russet showing clear.
My instep arch not only keeps the ache,
It keeps the pressure of a ladder-round.
I feel the ladder sway as the boughs bend.
And I keep hearing from the cellar bin
The rumbling sound
Of load on load of apples coming in.
For I have had too much
Of apple-picking: I am overtired
Of the great harvest I myself desired.
There were ten thousand thousand fruit to touch,
Cherish in hand, lift down, and not let fall.
For all
That struck the earth,
No matter if not bruised or spiked with stubble,
Went surely to the cider-apple heap
As of no worth.
One can see what will trouble
This sleep of mine, whatever sleep it is.
Were he not gone,
The woodchuck could say whether it’s like his
Long sleep, as I describe its coming on,
Or just some human sleep.

Piştî Çinîna Sêvan

Nêrdewana min bi her du guhikên xwe yên tûj û dirêj hê di nav darê re
Berî li ezmana ye,
Û şikevek heye hê min ew nedagirtî ye
Di heman demê de, heye ku du sêv yan sê
Sêv bi çiqilekî ve mabin min ew jênekiribin.
Lê niha jêkirina sêvan min bi dawî anîye.
Temara xewa zivistanê li şevê ye,
Sêvino, bêhnxweşino: Ez diponjim.
Ez nikarim biyanîyê ji bînahya çavên xwe dûr bikim
Ya ku di pareçeyek cam re li ber çavê min çê dibe
Cama ku vê sibehê min ji delavê avê dayî hev
Û pê li cîhana gîyayê gewrik dinêrim.
Ew bişivî, min hêla ew bikeve û bişike
Lê ez mam li ser xwe
Berdewam bûm ku herim razim ji berî ku bikeve,
Û dikarim bêjim
Ku xewnên min li dor tiştekî bûn ku bixwe re bibim.
Sêv mezin xuya dikirin û dîsa winda dibûn,
Dawîya qurmikan û dawîya kulîlkan jî,
Û pê re hemî pitikên sêvên xemrî reng jî baş xuya bûn.
Ne tenê kevana lingê min bi êş e
Lê belê zorîya nêrdwanê jî hê wek xwe ye
Pêhest dibim ku nêrdewan diheje dema ku çiqil diçive
Ez dengê gurgurê ji kuwara jêrzemînê hê dikim
Sêv kom bi kom dikevin tê de.
Ji ber ku min têra xwe
Sêv çinîne: ez jihevketî me
Berhemê gelekî berketî her daxwaza min bû.
Bi deh hezaran sêv hebûn destê xwe bidim wan,
Di dest de, bi dilovanî dihatim xwar, min nedihêla ew bikevin.
Û hemî sêvên hatîn xwarê
Bêyî ku birîndar bibin yan strîdan bibin bi şûnmayên çinînê,
Bê goman hemî çûn ser koma sêvên guvaşê
Wek gelaşekê bê nirx ȗ biha.
Yek dikarê bibîne çiqasî ev xewa min
Wê alozîyê çêbike, hema çi rengê xewê be jî.
Heger Sivorîyê jêrzemîn neçûba,
Ewîyê karîba bêje ka ew xew wek xewa wî
Ya dirêj e yan na, ya ku min hatina wê berê binav kirî
Yan tenê ew xew û razana mirovekî ye.