Birches – Darên Xȗsê

Birches


When I see birches bend to left and right
Across the lines of straighter darker trees,
I like to think some boy’s been swinging them.
But swinging doesn’t bend them down to stay
As ice-storms do. Often you must have seen them
Loaded with ice a sunny winter morning
After a rain. They click upon themselves
As the breeze rises, and turn many-colored
As the stir cracks and crazes their enamel.
Soon the sun’s warmth makes them shed crystal shells
Shattering and avalanching on the snow-crust—
Such heaps of broken glass to sweep away
You’d think the inner dome of heaven had fallen.
They are dragged to the withered bracken by the load,
And they seem not to break; though once they are bowed
So low for long, they never right themselves:
You may see their trunks arching in the woods
Years afterwards, trailing their leaves on the ground
Like girls on hands and knees that throw their hair
Before them over their heads to dry in the sun.
But I was going to say when Truth broke in
With all her matter-of-fact about the ice-storm
I should prefer to have some boy bend them
As he went out and in to fetch the cows—
Some boy too far from town to learn baseball,
Whose only play was what he found himself,
Summer or winter, and could play alone.
One by one he subdued his father’s trees
By riding them down over and over again
Until he took the stiffness out of them,
And not one but hung limp, not one was left
For him to conquer. He learned all there was
To learn about not launching out too soon
And so not carrying the tree away
Clear to the ground. He always kept his poise
To the top branches, climbing carefully
With the same pains you use to fill a cup
Up to the brim, and even above the brim.
Then he flung outward, feet first, with a swish,
Kicking his way down through the air to the ground.
So was I once myself a swinger of birches.
And so I dream of going back to be.
It’s when I’m weary of considerations,
And life is too much like a pathless wood
Where your face burns and tickles with the cobwebs
Broken across it, and one eye is weeping
From a twig’s having lashed across it open.
I’d like to get away from earth awhile
And then come back to it and begin over.
May no fate willfully misunderstand me
And half grant what I wish and snatch me away
Not to return. Earth’s the right place for love:
I don’t know where it’s likely to go better.
I’d like to go by climbing a birch tree,
And climb black branches up a snow-white trunk
Toward heaven, till the tree could bear no more,
But dipped its top and set me down again.
That would be good both going and coming back.
One could do worse than be a swinger of birches.

Darên Xȗsê

Dema ku ez darên xȗșê dibînim çep ȗ rast rajêr dibin
Di nav rêzên darên tarîreng re,
Dixwazim bêjim ku zarokekê xwe bi wan ve di tișkand.
Lê tișkandin wan rajêr nake ku bimînin li jêr
Wek ku bahozên berfê weha li wan dikin. Bê goman te ew gelek caran
Barkirî bi berfa qerisî di tava sibeheka zivistanî de
Piștî baranê dîtine. Ew li hev dikevin
Dema șemalkên bayê radibin, ȗ ew rengerengî dibin
Dema ku hejan bi levketinê qașȗlên qurman dîn ȗ har dike.
Lê zȗ germîya rojê wan wek qalikên șȗșe diweșîne
Wan dișkîne ȗ diherifîne li ser rȗyê xaka berfgirtî—
Komin weha ji șȗșeyên șkestî radimalin
Tu yê bêjî qey zikê quba ezmêne hatî xwar.
Barkirî ber bi giyayê kizirî ve têne kişandin,
Û xuyaye ku ew ne șikestî ne; ȗ gava ku ew demeka dirêj
Dimînin li jêr, nema êdî dikarin qet xwe rast bikin:
Dibe ku tu qurmên wan yên xwehir di nav daristanan de bibînî
Piştî wê yekê pelên xwe bi salan li ser rûyê xakê belav bikin
Wek keçan li ser dest û kabokan porên xwe bavêjin
Li pêşîya wan, di ser serê xwe re da ku li ber tavê hişk bibin.
Lê minê bigota dema ku Rastîyê xwe da xuyakirin
Bi hemî gomana ku sedem bahoza berfê ye
Min pê xweşe ku bêjim zarokekê ew çivandin
Dema ku ew derket çêlekan bîne —
Yan kurkekê gelekî ji bajêr dûr ji bo fêrî bîsbolê bibe,
Leyîstika wî ya bitenê ew bû tişta wî xwe tê de dît,
Çi havîn be yan zivistan be, bi tenha xwe dikare bileyîze.
Wî darên bavê xwe yek bi yek êșandine
Bi siwarbȗn ȗ serjêrkirina wan car li pey carê
Heta ku wî azahî ji wan derxist .
Û yek dar nema ku wî ew kulek nekir, ȗ yek nema
Ku wê dagîr neke. Tișta fêrî wê bȗ ew bȗ
Ku zȗ bi daran re destpê neke
Da ku wan zȗ ber bi jêr ve
Hilnewșîne ȗ dirêj neke. Ber bi jorîya çiqilan ve
Her demî xwe ragirtî dihêle, hêdî hêdî hildikișe jor
Êșa ku di hilkișandinê de dibîne wek ya dagirtina
Şȗșeyekî ta keva wê ye, yan ta ku tejî be ȗ sere birije.
Pașê ew lingên xwe vediweșîne li gel hêvîyekê,
Xwe bi pora darê ve diavêje xwar.
Carekê min bixwe bi dara xȗșê ve weha tișkand.
Dîsa bi hêvî me ku vegerim ȗ xwe pê ve bitișkînim.
Li wê demê bȗ gava ez ji çêkirina biryaran dilreș bȗm
Û jîyan baș xuyaye ku ew wek daristaneka bê rê ȗ rêbare
Tê de rȗyê te dișewite ȗ rastî konikên pîrepindan tê ȗ bi wan ditixtixe
Di nav re dișike, çavek digirî
Ji ber ku çiqilokek vebȗyî rast hatîye ȗ lêketî ye.
Dixwazim hindekî ji xakê dȗr bikevim
Û dîsa vegerim ȗ ji nȗ ve destpê bikim.
Bawer nakim ku ti çarenȗs wê min bi șașî bixwînin.
Nîv daxwazên min bidin min ȗ pașê min bi dȗr ve birevînin
Û êdî ne vegerim. Xak raste cih e ji bo evînê:
Nizanim çi cih heye ku herimê ȗ jê xweștir be.
Ez dixwazim bi rêya siwarbȗna dareka xȗșê herim,
Bi çiqilên reș ve di ser qurmê sipîyê berfgirtî re hilkișim,
Ber bi ezmên ve, bi qasî bilindbȗna darê,
Lê ku dar dîsa serê xwe rajêrî xakê bike ȗ min lê dane.
Ew çȗn ȗ hatin wê gelekî xweș be.
Heye ku mirov xirabtir bibîne heger ew ne tișkevanê darên xȗșê be.